HRW: Hewlêr û Bexda xwepêşander neparastin

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan/HRW têkildarî binpêkirinên hikumeta PDK û Bexda der heqê sivîlan de, rapora xwe ya salane belav kir. Rêxistinê anî ziman ku Hewlêr û Bexda tundî li dijî xwepêşanderan bi kar anîn û nekarîn ji daxwazên gel re bibin bersiv. HRW her wiha bal kişand ser destwerdana Tirkiyê li Başûr jî û da zanîn ku êrîşên Enqere bi dehan sivîl li wir kuştin. 

Hewlêr û Bexda xwepêşander neparastin…

HRW ev yek di rapora xwe ya salane de piştrast kir û tarîtiya rewşên li Iraq û Başûrê Kurdistanê raber kir.

Ji bilî nerexnekirina cezayê bidarvekirinê li Başûr, her tiştê li welat hat rexnekirin.

“Çavdêriya Mafên Mirovan” ango (Human Rights Watch) di serî de meseleya danûstandina bi xwepêşandanan re girt dest, her wiha edaleta dadmendiyê, binpêkirina mafên mirovan û rewşên jiyanî bi giştî.

Her wekî desthilata Îranê li wir û bombebaranên Tirkiyê li Başûr jî cihekî xwe di raporê de girtin.

Rexneyên rasterast ji bo danûstandina herdu hikumetan a bi xwepêşanderan re hatin, ku nekarî ji vê dosyayê re bibin bersiv.

HRW: Li Başûr xwepêşander û rojnameger rastî tundiyê hatin

Raporê bi bîr xist ku bi dehan kesên ji bo mûçeyên xwe derketibûn, ji aliyê desthilatên Başûrê Kurdistanê hatin girtin, lêdan li wan û rojanmegeran kirine û ew avêtine binê zindanan jî.

Ji Hezîrana 2020an de, xelkê Başûrê Kurdistanê ji bo nedana mûçeyan li dijî hikumetê derketin.

Di Kanûna heman salê de jî, nerazîbûnên gel gihaştin lûtkeyê û xwepêşandan li gelek bajaran teqiya, di ber nedana mafê wan jî, zêdeyî 9 kesan jiyana xwe ji dest da.

HRW: Azadiya çapemeniyê li başûr û iraqê tune ye

Rêxistina navdewletî HRW diyar kir ku Hikumeta Başûrê tundî li dijî mafê derbirînê bi kar anî û qanûnên mîna yên li Iraqê der heqê azadiya çapemeniyê de dimeşîne.. Weke îşaret bi girtina televîzyona NRT û çend dezgehên din ên ragihandinê.

HRW: Tirkiyê bi bombebaranên xwe bi dehan sivîl li Başûr kuştin

Raporê sûcên DAIŞê li dijî civaka Êzidî jî ji bîr nekir û hikumeta Hewlêr û Bexda rexne kir, ku rê nadin kesên ji ber şer reviyayî, vegerin warê xwe.

HWR behsa destwerdana Tirkiyê li xaka Iraq û Başûr jî kir û piştrast kir ku ji ber bombebaranên dewleta Tirk ên bi behanya şerê li dijî “PKK” bi dehan sivîl hatin kuştin.

Back to top button