YPJ:EM BI TÊKOŞÎN Û BERXWEDANÊ 8’Ê ADARÊ PÊROZ DIKIN

Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê bi boneya 8’ê Adarê roja jinên kedkar a cîhanê daxuyaniyek da.
YPJ’ê got: em 8’ê Adarê li tevahiya jinên têkoşer pîroz dikin.
Hişmendiya zordest li hemberî têkoşîna jina ber bi têkçûnê ve diçe.

Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê derbarê 8’ê Adarê roja jinên kedkar ên cîhanê de daxuyaniyek nivîskî weşend.

YPJ’ê di daxuyaniyê de bal kişand ser giringiya berxwedanê û di kesayetiya Leyla Guven de berxwedana hemû jinên têkoşer silav kir.

YPJ’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

8’Ê ADARÊ ROJA JINÊN KEDKAR ÊN CÎHANÊ
YPJ:HIŞMENDIYA ZORDDEST BI TÊKOŞÎNA JINÊ TÊK DIÇE

Di vê demê de kêlî bi kêlî têkoşîn û berxwedana jinan mezin dibe.

Em bi giyanê têkoşîn û berxwedana jinên Kurd û tevahî jinên têkoşer yên li her çar aliyê cîhanê 8’ê Adarê pêşwazî dikin.

Têkoşîna jinan di roja îro de bi giyaneke hevgirtî, bersivê dide pergala mêtînger.

Ev hişmendiya zordest li hemberî têkoşîna jinan ku xwe bi şerkirin û avakirina hişmendiya parastinê diafirîne, ber bi têkçûnê ve diçe.

8’Ê ADARÊ ROJA JINÊN KEDKAR ÊN CÎHANÊ
YPJ:DAIŞ’Ê SERÎ DITEWÎNE , ÇONG DATÎNE Û TESLÎMÊ JINAN DIBE

YPJ’ê bal kişand ser rola jinan di têkbirina DAIŞ’ê de û wiha dewam kir:

Çeteyên DAÎŞ’ê li ser dijminahiya jinan xwe ava kirin.

DAÎŞ’ê di şexsê jinê de hewl da ku rûmet, çand û exlaqa civakê ji holê rake.

Tevahî cîhan, mirovahî û jinan şahidiya vê hovîtiyê kir.

Lê îro ev çete li hemberî giyana berxwedêr ya ku di şexsê YPJ’ê de temsîla giyana hemû jinên têkoşer dike, tek dicin.

8’Ê ADARÊ ROJA JINÊN KEDKAR ÊN CÎHANÊ
YPJ: JINA KU XWE BIPARÊZE JIYANÊ DIPARÊZE

YPJ’ê di daxuyaniya xwe de bang li hemû jinan kir ku bibin xwedî hişmendiya xweparastinê û wiha bidawî kir.

Em 8’ê Adarê di şexsê jinên îro di grevên birçîbûnê de ne li tevahî jinên Bakûrê Sûrî û jinên di van kêliyan de, di çeperên şer yên herî pêş de li ber xwe didin, pîroz dikin.

Leave a Reply

Back to top button