Kongra Star: Em ê têkoşîna xwe heta rizgarkirina Efrînê bidomînin

Koordînasyona Kongra Star bi rasthatina salvegera 3. a êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê daxuyaniyek da û got:”Em soz didin ku asta têkoşîn û berxwedaniya xwe bilind bikin,da ku em Efrîn, Serêkanî û Girê Spî rizgar bikin, destkeftiyên şoreşê û ewlehiya Rojava biparêzin.”

Koordînasyona Kongra Star bi boneya salvegera 3. a êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser kantona Efrînê daxuyaniyeke nivîskî da.

Kongra Star destnîşankir ku li Efrînê li dijî dewleta tirk a dagirker û êrişên wê yên hovane, berxwedaneke dîrokî hate meşandin.

Konga Star diyar kirin ku li pêş çavê tevahî hêzên navnetewî ev hovîtî hate kirin û got:

Ev êriş li ber çavê tevahî cîhanê, saziyên hiqûqî û mafê mirovan pêk hatin û ev hêz bûn tamaşevan ji van êrîşan re.
Her wiha gelek peyman û itîfaq li ser parçekirina hin deveran ji axa Sûryê hatin çêkirin û gel neçarî koçberiyê hate kirin.

Kongra Star da zanin zanîn ku hêzên navnetewî bi vê bêdengiya xwe destek dide kirinên dagirkeriyê û qirkirina çandî, siyasî û guhatina demografî, koçberiya bi darê zorê ku di derheqê gelê Efrînê de tê kirin de.

Koordînasyona Kongra Star di dawiyê de got:

Em ê asta têkoşîn û berxwedaniya xwe bilind bikin da ku em Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin, destkeftiyên Şoreşê û ewlehiya Rojava biparêzin.

Back to top button