Navalny bang li gel kir ku dakevin kolanan

Serokê Mixalîf yê Rûsî Aleksey Navalny yê hatî girtin bang li gel kir ku dakevin koalanan.
Navalny got,
Bêdeng nebin!
Xwe biparêzin!
Ji bo em bigihêjin cihekê, em bi têra xwe qerebalixin.
Alîgirên Navalny xwe ji bo xwepêşandanên girseyî amade dikin.

Serokê Mixalîf yê Rûsî Aleksey Navalny yê rikberê herî bihêz yê serokê Rûsya Vladimir Putîne piştî 5 mehan dema vedigeriya welat hate girtin.

Navalny wê mehekê di girtîgehê de bimîne.

Serokê Mixalîfan derxistina wî ya pêşberî dozgeriyê weke hewildanên bêdengkirinê binav kir û daxwaz ji gel kir ku dakevin kolanan.

Navalny di vîdeo ya li ser Youtube belav kirî de wiha got:

Netirsin, dakevin kolanan, ne ji bo min lê ji bo xwe, ji bo paşeroja xwe dakevin.

Navalny serokê Rûsya Vladimir Putîn weke sedemê sereke yê bê-rêtiyên li welat destnîşan kir û ev tişt anî ziman:

Bêdeng nebin!

Xwe biparêzin!

Ji bo em bigihêjin cihekê em bi têra xwe bi qerebalix in.

Mixalîfên Rûsya wê ji bo Navalny xwepêşandanên girseyî pêk bînin

Piştî vê bangê hate hînbûn ku alîgirên Navalny xwe ji bo xwepêşandanên girseyî li welat amade dikin.

Tê gotin wê Şemiyê xwepêşandan pêk werin.

Lê li gorî destura welat ji bo pêkhatina xwepêşandanan divê desturek fermî were xwestin.

Her wiha, bi girtina Navalny re jî gelek alîgirên wê li hev kom bûn.

Back to top button