NY: Ji ber qerdê xwe nedan Îran di nav de 7 welat wê nekarin dengê xwe bikar bênin

NY ragihand ku Îran jî di nav de 7 welatan ji ber qerdên xwe nedan, mafê xwe yê karanîna dengan di Komîteya Giştî de winda kirine.

Sekerterê Giştî yê NY Antonio Guterres li ser mijarê ji Serokê Komîteya Giştî Volkan Bozkır re nameyek nivîsand.

Welatên ku qerdê xwe nedayî tevî Îran, Nîjer, Lîbya, Komara Afrîka ya Navîn, Komara Kongo, Başûrê Sûdan û Zîmbabwe ne.

Li gorî rêziknameya NY welatên ku 2 salan qerdê xwe nedin, mafê wan yê bikaranîna dengdayînê di Komîteya Giştî de tê rawestandin.

Di nameyê de qerdê her welatekê hatiye nivîsandin û hatiye gotin, ger ev welat bixwazin careke din dengê xwe bikar bênin divê çiqas dirav bidin.

Budçeya NY ya salane 3,2 milyar euru ye.

16,2 milyon euro qerdê Îranê heye.

Li kêleka vê salane, NY ji bo Oparasyonên Aştiyê budçeyek bi qasî 6,5 milyar euru cuda dike.

2020’an Venezuela, Lubnan, Yemen, Gambia, Tonga, Komara Afrîkaya Navîn û Lesotho ji ber qerdê xwe nedabûn, mafê wan yê bikaranîna dengan di Komîta Giştî ya NY de hatibû rawestandin.

Back to top button