Li Darfûrê di şerê qibîleyan de 140 kes hatin kuştin

Piştî ku mîsyonê aştiyê ya NY’ê û Yekîtiya Afrîkayê ya li Darfûrê qediya bi 2 heftiyan di nav qebîleyan de şer derket.
Di nava 3 rojan de ji ber şerê li herêma Darfûrê ya Sûdanê bi kêmanî 140 kes hatin kuştin.

Serokwezîr Ebdula Hamdok bi armanca ”danîna pergalê” şandeyeke payebilind şande herêmê.

Li gorî rêxistinên xwecih di nav 3 rojan de bi kêmanî 140 kes hatin kuştin.

Waliyê Darfûra Rojava duşemê daxuyanî da û got, hê bi teqezî nayê zanîn bê ka çend kes hatine kuştin.

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Gueterres bang li rayedarên Sûdanî kir ji bo ku avekê li agir bikin tevbigerin.

Şer piştî pevçûna du kesan, di navbeyna qebîleyên El Masallît û koçberên Ereb de dest pê kiribû.

Milîsên çekdar ên alîgirê koçberên herêmê El Cuneyna jî êrîşek pêk anî û gelek mal şewitandin.

Piştî rejîma dîktator Omer El Beşîrî rûxiya, Cotmehê hikûmeta bihurînekê hate avakirin û hin tevgerên serhildêr ê Darfûrî jî di nav de bi gelek komên çekdar re peymana aştiyê hatibû danîn.

Back to top button