Şaredariya Gel li herêma El-Layiz dest bi avakirina stasyona avê kir

Şaredariya Gel li herêma El-Layiz a rojhilatê Dêrazorê dest bi avakirina stasyona ku wê avê bide 120 hezar kesî kir.

Bi avakirina vê stasyonê re wê toreke sereke ji bo gihandina avê ji malan re bê dirêjkirin.

Li gorî plansaziya şaredariyê wê proje di 10’ê sibatê de bi dawî bibe.

Ji aliyekî din ve, şaredarî xebatên jinûve amadekirina stasyonên avê yên li bajarokê Geranîc didomîne da ku av bighêje hemû xetên avê yên li herêmê.

Saziya Giştî ya Ava Vexwarinê ya Dêrazorê zêdeyî 35 stasyonê avê sererast kirin û av gihand hemû gundên Dêrazorê yên li ser çemê Firatê.

Back to top button