
Hemwextî salvegera 3. a êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Efrînê, duh bendava Şehba û Samoqa hatin tobparankirin.
Şevê din, piştî topbaranên li dijî Merenaz û Elqemiyê yên navçeya Şera, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundewarên Şehbayê bi dijwarî topbaran kirin.
Dagirkeriya Tirk seat 22:30an, herêma bendava Şehba û gundê Semoqa da ber topban.
Heya derengiya şevê jî topbarana li dijî gundewarên Şehbayê, dirêj kir.