Dr. Kamuran Beerwarî: Rojên giran û metirsîdar bi ser gelê Kurd de tên

Siyasetmedarê Kurd Dr. Kamuran Berwarî da xuyakirin ku civîna Hilûsî Akar digel rayedarên Iraq û PDK’ê, nîşan dide ku rojine reş li pêşiya gelê Kurd e. Kamuran Berwarî diyar kir Tirkiye dixwaze li dijî PKK’ê şerekî bide destpêkirin, her wiha hewlên jihevxistina xweseriya Şengalê dide.

Wezîrê Parastina Tirkiyê Hulusî Akar herî dawî serdana Bexda û Hewlêrê kir û digel rayedarên Iraqî û PDK’î Mesûd, Nêçîrvan û Mesrûr Barzanî civiya.

Siyasetmedar Kamuran Berwarî di vê derbar de hevdîtina Akar digel berpirsiyarên Iraqî û PDK’î ji ajansa nûçeyan ANF’ê re nirxand.

Dr. Kamuran Berwarî da xuyakirin ku serdana Akar di vê qonaxa aloz de, hatina rojên giran û metirsîdar bi ser gelê Kurd de, rave dike.

Berwarî da zanîn ku, dibe Tirkiye û Iraq di çarçoveya berjewendiyên hevbeş hêlên stratejîk de, li ser hindek xalên girîng li hev kiribin.

Kamuran Berwarî: Dibe ku şerekî giran ji garê heta metîna û Zaxoyê rû bide

Dr. Kamuran dibêje:

“Li gorî pêşbîniya min, dibe ku 20 rojên dawî şerekî giran ji Garê heta Metîna û Zaxoyê rû bide.

Ji Hezîrana 2020’an ve Tirkiyê hewl daye ku xaka Başûrê Kurdistan û navîna Iraqê dagir bike.

Tirkiye û Iraq bi hevkariya hin partiyên Başûr, planek daniye ku herêmên navborî dagir bike.

Tirkiye dixwaze ji sînorê Başûrê Kurdistan ji Xabûrê bigire heta Rebîa û Şengal, ji wir jî heta sînorê Urdunê kontrol bike.”

Kamuran Berwarî: Tirkiye armanc dike ku PKK, şervan û Pêşmergeyan lawaz bike

Siyasetmedarê Kurd anî ziman ku:

“Armanca Tirkiyê ya bingehîn, lawazkirina tevgera azadiya gelê Kurd, şervan û pêşmergeyan e.

Her wiha Tirkiye dixwaze Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji hev qut bike, xweseriya Şengalê têk bibe û civaka Êzidî jî tune bike.

Kamuran Berwarî: Tirkiye dixwaze Başûr bixe jêr kontrola Iraqê

Hewl dide jî ku hikûmeta Başûr bixe jêr kontrola hikûmeta Iraqê û pêşiyê li ber Îranê bigire, da nikaribe ti peywendiyê digel Iraq û Sûriyê pêk bîne”.

Dr. Karmuran Berwarî di dawiya nirxandinê de bang li tevahiya aliyên Kurdî kir ku tev li van planên qirêj nebin û li dijî dagirkeran bibin yek deng û yek helwest.

Her wiha bang li hikûmeta Başûr kir ku nebe beşekî planên dagirkeriyê û li dijî PKK’ê şer neke, da nebe sedema têkçûna destkeftiyên Kurdan.

Back to top button