KCK: 4 karkerên ku jiyana xwe ji dest dan kedkarên têkoşîna azadiyê ne

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, ji bo 4 karkerên ji kampa penebaran a Mexmûrê ku 17’ê Çileyê bi qezayê jiyana xwe ji dest dan, sersaxî xwest.
KCK’ê diyar kir wê gelê Kurdistanê, şêniyên Mexmûrê ûTevgera Azadiya Kurdistanê wan ji bîr neke û wê weke kedkarên têkoşîna azadiyê werin bibîranîn.

Hevserokatiya Konseya Rêvebera a KCK’ê ji bo Deniz Xelîl Deniz, Mehmûd Sîso Tahir, Hogir Mûsa Yûsif û Cîhad Mihemed Hecî Mihê, ku ji Mexmûrê ji bo kar diçûn bajarên Iraqê û ji ber qezaya trafîkê jiyana xwe ji dest dan peyama sersaxiyê weşand.

KCK’ê bibîr xist ku xelkê Mexmûrê ji ber êrîşên dewleta Tirk neçar man ji herêma Botanê derkevin û koçî başûrê Kurdistanê kirin û wiha got,

“Wan başûrê Kurdistanê weke welatê xwe dîtin û lewra jî li gorî wan bêyî zor û zehmetiyan bibînin wê bikaribin bijîn. Lê 27 sal in zext û zilmeke ku ew qet ne li bendê bûn, li wan hate kirin. Avêtin ser kampên wan, hatin kuştin, dorpêç û ambargo li wan hate ferzkirin û ji kampekê ber bi kampeke din ve bar kirin.”

KCK’ê bal kişande li ser êrîşên dewleta Tirk û ambargoya ku PDK’ê du salin daniye ser kampê û diyar kir bi êrîş û dorpêçê dixwazin kampa Mexmûrê ji hev belav bikin.

KCK’ê da zanîn ku li ser daxwaza dewleta Tirk ambargo dewam dike û wiha dewam kir;

“Şêniyên kampê jî ji ber ambargoyê neçar mane ji bo kar biçin cihên dûr. 4 karker jî di nava vê atmosferê de jiyana xwe ji dest dan. Xelkê Mexmûrê ji ber ku nasname û rûmeta xwe diparêzin vê zext û zilmê dibînin. Xelkê Mexmûrê li gel van zextan jî ji sekna xwe ya bi rûmet tawîz nedane û her tim xwedî li hesret û bîranîna şehîdan derketine.”

KCK’ê destnîşan kir ku 4 karkeran di nava têkoşîna parastina rûmetê de jiyana xwe ji dest dan û da zanîn wê gelê Kurdistanê, şêniyên Mexmûrê û Tevgera Azadiya Kurdistanê wan ji bîr neke û wê weke kedkarên têkoşîna azadiyê werin bibîranîn.

Back to top button