Çalakiya greva birçîbênê bi bîryardarî di roja 55. de didome

Çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdulah Ocalan, li zîndanên Tirkiyê, Mexmûr û Yewnanîstanê dewam dikin. Malbatên girtiyan, HDP û DBP’ê bi daxuyaniyên cûda piştgiriya berxwedêrên zîndanan kirin û li dijî tecrîdê banga bilindkirina têkoşînê kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hat destpêkirin, di roja 55’emîn de berdewam dike.

Li Kampa Mexmûrê jî, li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengtiya jinan çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin di roja 34’emîn de dewam dike.

Welatiyên li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî, ji bo piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Çalakiya bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê hat destpêkirin, di roja 17’emîn de dewam dike.

Berxwedana zîndana li Amedê hate silavkirin

Rêxistina Partiya Herêman a Demokratîk-DBP’ê li Amedê bi daxuyaniyekî berxwedana zîndanan silavkir û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Hevseroka DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez bang li raya giştî kir ku li hember tecrîdê berxwedana xwe mezintir bikin.

Girseyê piştî daxuyaniyê, slogana “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.

HDP’ê li hezexê ji bo grevên birçîbûnê banga hişyariyê kir

Rêxistina HDP’ê ya navçeya Hezexê jî bi daxuyaniyekî piştgiriya xwe ya bi çalegerên girtîgehan re ragihand û got:

“Binpêkirina mafên girtiyan a li girtîgehan ne rewşeke nû ye .

Ji ber vê rewşê em hikûmetê hişyar dikin û bang dikin ku deng bidin dengê girtiyan.

Daxwazên wan daxwazên me ne.

Xizmên Girtiyan: Daxwazên girtiyan daxwazên me ne

Xizmên girtiyan ên li Sêrtê ji bo greva birçîbûnê banga hestiyariyê kirin û gotin:

Gelo wê ev zilm heta kengê bidome? Daxwazên zarokên me daxwazên me ne divê bên qebûlkirin.”

Ciwanan li dijî tecrîdê meşek lidarxistin

Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê, meşek li dar xist.

Ciwanan di meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bila tecrîd bi dawî bibe, girtî azad bibin” berz kirin.

Her wiha belavok belav kirin û bal kişandin ser tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne.

Back to top button