LEYLA GUVEN BI BIRYARDARÎ ÇALAKIYA XWE DIDOMÎNE

Îro tam 4 mehe ku Hevseroka KCD Leyla Guven li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye.
Li hemberî daxwaza Guven û çalakgeran heta niha raya giştî ya cihanê bêdeng.
Lê li kurdistan û derveyî welat kurdistanî helwesta xwe di her derfetekê de nîşan didin.
Jinên Kedkar, ji bo Leyla Guven gotin:
“Leyla Guven, jineke ji çîna me ye, hevrêya me ye. Divê bijî.”

Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan dest pê kiriye, di roja 120’an de ye.

Ango ev 4 mehin Guven çalakiya xwe didomîne û di pêkanîna armanca çalakiya xwe de ji bi israre.

Tevî çalakiya Leyl a Guven çalakiya girtiyên di greva birçîbûnê de jî dewam dike.

Çalakiya koma girtiyên dest pê kê ku 16’ê Kanûna 2018’an li girtîgehan dest pê kirî di roja 82’an de ye.

Di 1’ê Adarê de jî, li tevahiya girtîgehan girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.

Her wiha, 3’ê Adarê parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û 5 endamên HDP’ê jî ketin çalakiya greva bêdem û bêdorveger .

ÇALAKGER SEDAT AKIN: DIVÊ GEL DENG BIDE DENGÊ ME

Çalakgerê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger Sedat Akin, piştî hat berdan jî li malê dewam dike.

Akin, xwest gelê kurd û gelê tirk deng bidin dengê çalakiya wan û got:

“Ya me bi hêz û zindî bike çalakiya gelê me ye.

Em bang dikin ku li qadan piştgiriye bidin çalakiya grevê.

Em bi hevî û bawer in emê bi ser bikevin. ”

HEYETA PARTIYA KARKER SERDANA GUVEN KIR

Destekdayîna bi çalakgerên greva birçîbûnê re jî dewam dike.

Serokê Giştî yê Partiya Karker a Tirkiye (TÎP) Erkan Baş û Parlementerê HDP’ê yê Hatayê Bariş Atalay serdana Leyla Guven kirin.

Erkan Baş di serdanê de got:

Li dijî şer Leyla Guven berxwedanê da destpêkirin.

Ji her demê bêtir berpirsyarî dikeve ser milê me.”

LI AMEDÊ JINAN JI BO LEYLA GUVEN RÊ LI TRAFÎKÊ GIRT

Li aliyekî din Komek Jin li Cadeya Gevran a navçeya Yenîşehîrê, rê li trafîkê girtin û siloganên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Bila Leyla Guven bijî” gotin.

Jinên ku heta demekê çalakiya xwe dewam kirin, paşê rê li trafîkê vekirin û dawî li çalakiya xwe anîn.

HILBIJARTINA HERÊMÎ LI TIRKIYÊ
‘JI BO KU BIBIN DENGÊ LEYLA EM DAKEVIN QADAN’

Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên navçe û Bajarê Mezin a Wanê, ji bo ku bibin dengê Leyla Guven, hemû jin dawetî mîtînga sibe ya li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter bê lidarxistin, kirin.

Leave a Reply

Back to top button