QSD’ê li Dêrazorê 3 çeteyên DAIŞ’ê girt

Li Bakûr û Rojhilatê Sûriy têkoşîna QSD’ê ya li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê didome.
Îro QSD`ê bi operasyonekê li gundewarên Dêrazorê 3 çeteyên DAIŞ`ê girtin û gelek çekên bi wan re jî desteser kirin.

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekî ragihand ku QSD’ê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî îro li dijî şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê operasyonek li dar xist.

Navendê diyar kir ku operasyona li dijî şaneyên DAIŞ’ê li nêzî gundê Têb El-Fal ê Dêrazorê hatiye lidarxistin.

Di encama operasyonê de 3 çeteyên DAIŞ`ê bi çekên xwe hatin girtin.

Duh jî hêzên Yekîneyên Antîterorê (YAT) li gundewarên bajarê Hesekê serçeteyekî DAIŞ`ê ku berpirsê bûyerên kuştinê û hedefgirtina fermandarên QSD`ê bû, girtibû.

Her wiha QSD’ê li devera şihel a dêrazorê jî 3 çeteyên DAIŞ’ê girtibûn.

Back to top button