Ji bo vîrûsa Corona li herêmê bêhtir belav nebe Rêveberiya Xweser îro li Bakur û Rojhilatê Sûrî biryara qedexeya beşî heya 15 rojan dirêj kir.
Li gorî biryarê hemî dikanên bazirganiyê û yên tiştên xwarinê dikarin heya seat 5’ê êvarî vekirî bimînin.
Li gorî biryarê de holên şahiyan, konên sersaxiyê û konfirans bi giştî qedexeye.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27 kesên din bi vîrûsa Corona ketin
Desteya Tenduristiyê jî ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27 kesên din bi vîrusa Coronayê ketine û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Hat ragihandin ku 5 kes ji vîrûsê baş bûne.
Bi van daneyan re hejmara pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 8 hezar û 390’î û 286 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 188 kes jî baş bûne.