Artêşa Tirk a dagirker gundewarê Til Rifatê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe navçeya Til Rifetê ya Şehbayê bi çekên giran topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajarê Ezaz û Mare gundê Dêrcimêlê topbaran kir.

Artêşa dagirker bi hawanan bi awayekî yekser herêmên sivîlan topbaran kir.

Derbarê encamên topbaranê de heta niha agahî nehatine bi destxistin. Tê gotin ku herî kêm 6 top li gundê Dêrcimêlê ketiye.

Bi rasthatina salvegera 3`emîn a êrişên dagirkera Tirk ên li dijî Efrînê a di 20`ê Çileya 2018`an de, navçeya Til Rifetê tê topbaran kirin.

Back to top button