Li paytext Waşîngtonê hêzên ewlekarî di alarmê de ne

Roja ku Partiya Demokrat û alîgirên wê li bendê bûn hat.
Îro serokê 46. yê DYA Joe Biden û cîgira wê Harris bi sondxwarinê wê dest bi karê xwe bikin.
Li welat tevî keyfxweşiyê metirsiyek zêde jî heye.
Hêzên ewlekariyê di nava tevgerê de ne.
Serokê DYA Donald Trump yê dema xwe qediya jî, beriya Biden bighêje Koşka Spî xatirê xwe xwest û berê xwe da Florîda.

Îro li paytexta DYA Waşîngtonê tevgereke zêde heye.

Serokê 46. yê hatî hilbijartin Joe Biden û cîgira wê Kamala Harris wê sond bixwin û dest bi karê xwe bikin.

Ji bo vê yekê bi rojane li paytextê tevgereke zêde ya ewlekariyê heye.

Ev tevger îro di saetên siharê de jî hîn zêdetir bû.

Ji bo merasîma sondxwarinê li gorî hatî plankirin pêk were bi dehezaran parêzvanên Netewî û hêzên ewlekariyê di alarmê de ne.

Avahiya kongrê bi alên DYA hatine xemilandin.

Biden û Harris wê saet 21:00 sond bixwin

Li gorî dema rojavayê Kurdistanê saet dema bû 21:00 wê Biden û Harris sond bixwin.

Piştre jî wê şahî destpê bikin.

Di dawiyê de Trump ji Koşka Spî derket

Dema ev amadekarî ji bo serokê nû yê hatî hilbijartin dihat kirin, Donald Trump jî di nava bêdengiyê de ji Koşka Spî derdiket.

Trump yê ragihandî ku wê beşdarî merasîma sondxwarinê ya Biden nebe, hîna çend saet mayî ji Koşka Spî derket.

Trump ji wir berê xwe da, eyaleta Floridayê.

Back to top button