Hêzên rêjîma Sûrî bi dehan fûze avêtin herêma navbera parêzgehên Idlib û Hemayê.
Di heman demê de, komên çete jî herêmên di bin kontrola rêjîmê de topbaran kirin.
Di encamê de kuştî û birîndar derdikevin holê.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên rêjîmê gundewarên bakur-rojavayî Hemayê kirin armanca fûzeyên xwe.
Li Lazqiyê jî, hêzên rêjîmê herêma Cebel El-Turkman topbaran kir.
Her wiha fûze û topên rêjîmê gihaştin herêmên başûrê Helebê jî, bi taybetî gundên Zêtan û Xelsa.
Li Cisir Eş-Şixûr a rojavayî Idlibê, ji ber bombekirina hêzên rêjîmê, kesekî jiyana xwe ji dest da û 8 jî birîndar bûn.
Li gundê Corîn a bakurê Hemayê jî, ji ber topbarana komên çete, zarokekê jiyana xwe ji dest da û 6 kesên din jî birîndar bûn.