Li Humsê…3 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin

Li Humsê, 3 leşkerên hikûmeta Şamê di teqînekê de, hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li rojavayê Humsê li ser rêya Tedmurê, bombeyek hat teqandin.

Di encamê de, 3 leşker hatin kuştin û hejamrek jî birîndar bû.

Herî dawî balafirên Rûsî zêdeyî 20 êrîşên asîmanî li dijî deverên DAIŞ’ê li çolistana Sûrî pêk anîn, lê Çavdêriyê ti agahî derbarê ziyanê wê de bi par ve nekir.

li Idlibê jî Navenda Çavdêrêyê diyar kir ku li devera El-Rweyha û Benîn, şer di nevbera hêzên hikûmetê û çeteyên Tirkiyê de, rû daye.

Di heman demê de, hêzên hikûmetê deverên Filêfil û Bênîn, bombebaran kirin.

Back to top button