Ragihandina Çînî: Çînê ceza li 28 berpirsiyarên Amerîkî sepand

Hikûmeta Çînê di nav de Wezîrê Derve yê rêveberiya Trump “Mike Pompeo”, hin ceza li 28 berpirsiyarên Amerîkî sepandin.

Çînê teqez kir ku tiliya van rayedaran di rêzetevgerên der barê dozên girêdayî Çînê de hebû.

Li gorî ragihandina Çînî, di lîsteya kesên cezakirî de Mike Pomepeo, Peter Navarro, Robert O’Brien, David Stillwell, Matthew Pottinger, Alex Azar ê duyem û Kelly Craft ên rêveberiya serokê têkçûyî Donald Trump hene.

Her wiha John Bolton û Stephen Bannon cihê xwe di nava lîsteyê de girtine.

Çînê derbasbûna kesên navborî û malbatên wan ji Hong Kong,  Macau û bejahiya sereke ya welêt û çalakiyên bazirganiyê digel wê, qedexe kirine.

Back to top button