ÇETEYAN XANÎ Û ZEVIYÊN EFRÎNIYAN WEKE AXUR Û ÇÊRGEH BI KAR TÎNIN

Çete û malbatên wan ên ji gundewarên Şam, Hums, Hema, Idlib û deverên din hatine Efrînê û dagirkir kirine, binpêkirinên xwe yên bi rêbazên cihêreng didomînin.
Ne tenê li dijî şêniyên Efrînê, lê belê der heqê xwezaya Efrînê jî binpêkirin dewam dikin.
Bi taybetî dema niha, meha Adarê ye, despêka Buharê ye ku xweza tê xemilandin.
Lê hema çeteyên dewleta Tirk û malbatên wan vê çandê tênagihêjin.

Çeteyan xwezaya Efrînê û zevî û darên zeytûnan ji sewalên xwe re kirine çêrgeh.

Di vê der barê de, hat zanîn ku çete bi hezaran sewalên ku dizîne, di nava zevî û darên zeytûnan de diçêrînin.

Bê guman ev jî yek ji rêbazên dagirkirinê yê dûrî mirovahî û exlaqê ye û xwezayê bin pê dike.

1- Li devera dîrokî ya Nebî Horî a girêdayî navçeya Şera,weke mînak, çeteyan zêdetirî 10 hezar sewal bi cih kirine û li wir diçêrînin.

2- Xaniyên gundê Tilifê yê navçeya Cindirêsê, ji bo sewalên çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk bûne axur.

Hêjayî gotinê ye, ji 65 xaniyên gundê Tilifê, tenê 12 malbat vegerîne xaniyên xwe, yên din jî çeteyan sewalên xwe tê de bi cih kirine.

3- Heman senaryo li navçeya Bilbilê jî tê dîtin, bi taybetî li gundê Kurzêlê Çê.

Çeteyên ku tevî malbatên xwe li vî gundî bi cih bûne, bi xwe re 3000 sewal jî anîne û li nava darên zeytûnan ên li derdora gund bi cih kirine.

4- Li gundê Qermîtliqê yê navçeya Şiyê jî, hejmarek mezin ji sewalan nava zeviyên şêniyên gund tên xwedîkirin.

Di encama vê rêbazê de, gelek ziyan gihaştiye zeviyên şêniyan.

Ji xwe Efrînî bi çandin û tîmarkirina darên zeytûn û cûreyên din ên meyweyan navdar in.

Leave a Reply

Back to top button