Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê peyama sersaxiyê ji bo wefata dayîka Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî da.
KCK’ê di peyama sersaxiyê de got:
Me bi xemgînî bihîst ku dayîka Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî çû ber diloviya Xwedê.
Em sersaxiyê ji malbata wî ya û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.
KCK diyar kir ku dayîkê bi bîreweriya xwe ya Kurdatiyê, di beşekî mezin ê jiyana xwe de xizmet ji têkoşîna azadiyê re kiriye.
KCK teqez kir ku bi hezkirina mezin û dilsoziya bi Rêber Apo, bi bawerî û bêrîkirina li azadbûna Kurdistanê, bûye dayîka Kurd a mînak û wê bêrîkirina wî û hemû dayîkên Kurd bi cih bînin.