Dagirkeran li Efrîn û Mabata 3 sivîl revanin

Dewleta Tirk dagirker û çeteyên wê sûc û hovîtiyên xwe li dijî Efrîniyan roj bi roj zêde dikin.
Dagirkeran li Efrîn û navçeyên wê 6 sivîlên din revandin, li Efrîn, Mabata û Cindirêsê 680 darên zeytûnê ên din birîn.

Dewleta Tirk û çeteyên wê di salvegera êrîşên xwe yên li ser Efrînê de, sûcên xwe yên hovane li dijî Efrîniyan didomînin.

19’ê Çileyê, li ser bendê Kontrolê yê li gundê Tirindê, çeteyan şêniyê bi navê Ciwan Salih ê 30 salî yê ji gundê Kûrzêlê Cumê yê Cindirêsê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûrî diyar kir Ciwanê ê bavê 4 zarokan, bi tewanên narast, tevî erebeya wî hat revandin û heya niha çarenûsa wî ne diyar e.

17’ê Çile çeteyan şêniyê bi navê Mihyedîn Mihemed Şahîn yê ji gundê Avrazê yê navçeya Mabata revand.

Li gorî Rêxistinê, çeteyan bi ser mala Şahîn a gund de girt û ew revandin û birin cihekî ne diyar.

Rêxisinê da zanîn ku 22’ê Gulana 2018’an, çeteyan birayê Mihyedîn yê bi navê Mistefa Şahîn li bajarê Efrînê kuştin.

Ji gundê Şêxutika yê Mabata, çeteyan şêniyê bi navê Seîd Behrî Şêx Seydî revand.

Seydî li ser bendê Kontirolê yê li ser rêya gundê Emara hat girtin, ji bo berdana wî çeteyan 2 hezar û 500 Lîreyê Tirk ji malbatê xwest.

Dagirkeran 3 sivîl ji gundê Gewande ya Raco revandin

Malpera Afrinpost jî ragihand ku 14’ê çileyê, çeteyan ji gundê Gewanda ya Raco sê şênyên bi navê Mihemed Bekir yê 75 salî, Mihemed Mistefa Sîdo û Mihmed Ismet Sîdo revandin.

Dagirkeran li Efrîn, Raco û Cindirêsê 680 darên zeytûnê birîn

Li aliyê, ji bo bazarganiya êzingan, çeteyên dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe li dijî xwezaya Efrînê jî didomînin,

Rêxistinê diyar kir ku çeteyan 100 darên zeytûnê yên şêniyê bi navê Umer Cemîl Cefer yê ji gundê Me’imila ya navçeya Raco birîn.

Li gundê Maratê yê Efrînê jî, çeteyan 130 darên Zeytûnê yê şêniyê bi navê Mistefa Sîdo birîn.

Li gorî rêxistinê, çeteyan li navçeya Cindirêsê, 450 darên zeytûnê birîn.

Back to top button