Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 9 kesên din bi coronayê ketin û 3 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mistefa kesên bi Coronayê ketine 7 mêr in û 2 jin in.
Hat ragihandin ku ji nav pêketiyên Coronayê 3 kesên din baş bûne.
Duh jî Desteya Tenduristiyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 27 kes bi Coronayê ketin û 2 kes jî jiyana xwe ji dest da.
Bi van daneyan hejmara giştî ya pêketiyên Coronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 8 hezar û 399 kes, ji wan 289 kes mirine û hezar û 191 kes baş bûne.
Ji bo vîrûsa Corona li herêmê bêhtir belav nebe Rêveberiya Xweser duh li Bakur û Rojhilatê Sûrî biryara qedexeya beşî heya 15 rojan dirêj kir.
Li gorî biryarê hemî dikanên bazirganiyê û yên tiştên xwarinê dikarin heya seat 5’ê êvarî vekirî bimînin.
Li gorî biryarê holên şahiyan, konên sersaxiyê û konferans bi giştî qedexe ne.