RÛSYA: REWŞA LI IDLIBÊ GELEKÎ XETER E

Têkildarî rewşa li Sûriyê û bi taybetî herêma Idlibê, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova axivî û got;
Rewşa li Idlibê gelekî xeter e.

Maria Zakharova îro kongreyeke çapemeniyê li dar xist û li ser rewşa Idlibê axivî..

Zakharova rewşa li Idlibê weke rewşeke pir xeter bi nav kir û wiha got:

Kulmozên şer ên sereke li Idlibê ne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê li ser peymana Soçiyê ya li ser Idlibê jî ev nirxandin kir.

Hêvîdar in, peymana Sorçiyê pêk were.. û gefa terora ya ji wir tê were qedandin.

17’ê Îlona 2018’an navbera Rûsya û dewleta Tirk li Soçiyê li ser Idlibê peymanek pêk hat..

Vê dawiyê jî topbarana hêzên rejîmê li ser herêmên gundewarê Idlib û Hemayê zêde dibe..

Leave a Reply

Back to top button