Ûlla Jelpke: Divê zext li hevkarên komkujiya Parîsê bên kirin

Parlamenta Elman Ûlla Jelpke, ji bo kesên ku rola xwe di kuştina sê şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatine şehîdxistin de, heye bên eşkerekirin, ji dewleta Elman xwest ku zextê bike. Partiya Çep jî karên hevkarê Guney ê li nava DÎTÎB’ê xiste rojeva meclîsê. 

Di 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera ciwanên Kurd Leyla Şaylemez bi destê kujer Omer Guney hatin şehîdxistin.

Kujer Omer Guney di 17’ê Kanûna 2016’an li girtîgeha li Fransayê bi rengekî gumanbar mir.

Rola hevkarê wî Rûhî Semen ku li Elmanya ye, hîn baş nehatiye eşkerekirin.

ANF’ê beriya çend rojan eşkere kirîbû ku Seman ji Elmanya vegeriya ye, DI nava şaxê MÎT’ê de dixebite.

Parlamentera Partiya Çep Ûlla Jelpke ku beriya niha têkildarî Omer Guney gelek pêşnûmepirs pêşkêşî hikumetê, diyar kir ku ew matmayî nemaye ku Semen karên xwe yên li nava DÎTÎB’ê dewam dike.

Ûlla Jelpke: Rastî bi hewldana çapemeniya Kurd eşkere dibe

Ûlla li ser mijarê bersiv da pirsên ANF’ê û diyar kir ku, saziya Diyanetê ya dewleta Tirk a li Elmanya DÎTÎB bi salan e ji xwe weke yek ji navendên MÎT’ê dixebite.

Parlementera Elman bi bîr xist ku kujer Omer Guney demeke dirêj li Elmanyayê dima û di nava komên neteweperest ên Tirk de cih digirt û got;

Lêpirsîna komkujiyê û eşkerekirina hevkarên Omer Guney, karê hêzên ewlekariyê û dadgeriya Elman e.

Ûlla Jelpke: Heta ku zext neyê kirin dadgerî nakeve nava liv û tevgerê

Ûlla Jelpke ragihand ku ku heta zexta raya giştî nebe, dadgeriya Elman nakeve nava liv û tevgerê û bang li dewleta Elman kir ku di vê mijarê de bikeve nava liv û tevgerê.

Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût jî hevkarê kujer Guney Rûhî Semen ku pêwendiya xwe bi DÎTÎB’ê re eşkere bû, xist rojeva Meclîsa Federal.

Back to top button