Li Endonezya..heta niha 91 kesan jiyana xwe ji dest dane

Di erdheja ku roja înê li Endonezyayê pêk hatî de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişte 91.

Derbarê erdheja bi hêza 6.2 ku li girava Sûlawesi ya Endonezyayê pêk hatî, Rêxistina Felaketan ya Neteweyî bîlançoya dawî eşkere kir.

Li gorî Rêxistinê 91 kes jiyana xwe ji dest da û hezar û 100 kes birîndar bûn, ji vana rewşa 253 kesan giran e û 3 kes jî windan e.

Di heman demê de Serokkomarê Endonezyayê Joko Widodo soz da ku di nava vê heftiyê de alîkariyek lezgîn wê bide mexdûran.

Îlona 2018’an li herêma Palû ya girava Sûlawesiyê bi pileya 7.8 erd hejiya bû.

Di vê erdhejê de nêzî 4 hezar û 300 kes jiyana xwe ji dest dabû û herî kêm 170 hezar kes jî neçarî mabûn ku cih û warê xwe berdin.

Di sala 2004’an de jî li peravên Sumatrayê erdhejek bi di hêza 9.1 de pêk hatibû û bûbû sedema tsunamiyê.

Di encamê de 170 hezar Endonezyayî di nav de 220 hezar kes jiyana xwe ji dest dabû.

Back to top button