Hefteya bê danûstandin ji bo herêmên deryayî dest pê dikin

Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Mîtso-takîs ragihand, ku hefteya bê, welatê wî dest bi danûstandinan, derbarê herêmên deryayî yên bi-kêşe, bi Tirkiyê re dike.

Mîtso-takîs, di civîna Parlamenê ya ji bo dengdana li ser firehkirina sînorên deryayî yên Yûnanistanê ji 6 mîlan bo 12 mîlan, axivî û destnîşan kir ku ew di danûstandinên bi Tirkiyê re, mafên xwe yên serweriyê nîqaş nakin.

Biryar e danûstandinên her du welatan 25 vê mehê dest pê bikin.

Serokwezîrê Yûnanistanê diyar kir ku welatê wî, sînorên xwe li gorî qanûna navdewletî, ne li ser hesabê welatên din berfireh dike û da zanîn ku danûstandin wê ji cihê ku sala 2016’an lê sekinîne, dest pê bikin.

Atîna û Enqere, navbera salên 2002 û 2016, 60 civînên danûstandinan pêk anîn û ji wê demê ve danûstandin rawestiyane.

Back to top button