Di 3. salavegera êrîşên li ser Efrînê, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku dewleta Tirkiyê peyman û qanûnên navneteweyî binpê kir.
Çavdêriyê di rapora ku weşandiye de eşker dike ku Efrîn di dema rêveberiya xweser de herêma herî bi ewle bû.
Bi boneya salvegera 3. a êrîşên li ser Efrînê, çavdêriya Sûrî ya Mafên mirovan raporeke li ser sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê di nav sê salan de weşand.
Rapor di bin sernavê “Binpêkirin, tawanên şer, tawanên li dijî mirovahiyê û guhertina demografîk” hat weşandin.
Çavdêriyê piştrast kir ku, berevajî îdîayên dewleta Tirk û çeteyên wê, Efrîn cihê herî ewle bû.
Çavdêriyê diyar kir, di nav sê salan de, Efrîn veguherî herêmek kaos û hemû cureyên binpêkirin, tawan û belavkirina nefretê ye, û bûye cihê perwerdekirina çete û terorîstan.
Çavdêriyê eşker kir ku Efrîn di heyama şeş salên ku di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bû, tu metirsî li ser derdora wê ne hat dîtin û tu êrîş li dijî tirkiyê pêk ne hat.
Di Raporê de behsa gelek tawanên ku çeteyên deweleta Tirk li Efrînê pêk anîne, hat kirin.
Ji wan;
kuştin, komkujî û êrişên li dijî sivîlan
Kolekirin û hejariya sivîlan
Revandina sivîlan
Destdirêjiyên li ser jinan û zewace di darê zorê
Guhertina demografî
Qirkirina çandî û neteweyî
Qirkirina olî
Talankirina şûnwaran
Dizîna zeytûnan
Birîna daran
Çavdêriyê eşkere kir ku dewleta Tirkiyê bi êrîş û dagirkirna Efrînê peyman û qanûnên navneteweyî binpê kir.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan destnîşan kir ku êrişkarî û dagîrkeriya Tirkiyê li ser herêma Efrînê û li Sûriyê peyman û qanûnên navneteweyî binpê dike.
Di dawiyê de Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, banga gelê Efrînê ya ji bo hemû aliyên pêwendîdar a ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk bi bîr xist.