Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 12’an di roja 56’emîn de didome

Li zîndanên dewleta Tirk çalakiyên greva birçîbûnê li dijî tecrîda li ser rêber Ocalan ket roja 56’an. Çalakiyên ji bo piştgiriya berxwedana zîndanan jî mezin dibe.
Îro bi pêşengtiya HDP’ê li Dersîm û Stenbol çalakiyên piştgiriyê hatin li darxistin. Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê li dijî tecrîdê banga têkoşînê kir.

Çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ya ku di 27’ê Mijdarê de hatibû destpêkirin koma 12’emîn dewr girt û di roja xwe ya 56’emîn de dewam dike.

Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê hat destpêkirin, îro ji hêla koma 18’emîn ve hat dewirgirtin.

Çalakî îro ket roja 35’an.

Çalakiya welatiyên li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî, a ji bo piştgiriya berxwedana zîndanan di roja 18’emîn de dewam dike.

Polîsên Tirk êrîş birin ser çalakiya li Dêrsimê

Rêxistina HDP’ê ya Dêrismê jî, tevî zext û dorpêça polîsan bi daxuyaniyekî piştgirî dan berxwedêrên zîndanan.

Di daxuyaniyê de bang li rayedarên Tirkiyê hate kirin ku di demeke zûtirîn de tecrîda li ser Rêber Ocalan rakin.

HDP li Stenbolê bi çalakiyek piştgirî da berxwedana zîndanan

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê jî bi heman armancê li ber avahiya xwe ya Stenbolê çalakiyek li darxist.

Lê dewleta tirk a faşîst çalakiya welatiyan asteng kir û gef li çalakgeran xwar.

Çalakgeran jî bi çepik û dirûşmeyan çalakiya xwe li ber avahiyê li darxistin.

Gulê Amed: Her çalakî û berxwedan dengê civakê ye

Ji Komîteya Zindanan a PAJK’ê Gulê Amed jî diyar kir grêva birçîbûnê ya li zindanên dewleta Tirk ji hêla civakî ve bersiva xwe dibîne û got,

”Her çalakî û berxwedan dibe dengê civakê, dengê dil û wijdanê civakê.

Ez bang li her kesî dikm ku li dora girtiyan kom bibin û têkoşna xwe mezin bikin.”

Ayşe Başaran: Tecrîda li ser Rêber Ocalan li tevahî welêt belav bû

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Açar Başaran jî têkildarî çalakiya grevên birçîbûnê daxuyaniyek da û got:

“Tecrîd di kesayeta rêber Ocalan de ji Imraliyê dest pê kir û li tevahiya welêt hate belavkirin.

Tecrîd li Tirkiyê bûye navê şer. Tecrîd li vî welatî bû navê îşkenceyê û tune hesibandina kurdan.”

Başaran diyar kir ku ew ji bo dawî vê pergala tecrîdê bînin wê têkoşîna xwe heta dawî bidomînin.

Tayîp Temel: Çareserî bi têkoşîna topyekun pêkan e

Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayip Temel jî destnîşan kir ku polîtikaya tecrîda li Îmraliyê, polîtîkaya dagirkirina herêmê ye.

Tayîp temel li dijî polîtîkayên tecrîdê banga bilindkirina têkoşîne kir û got: “Çareserî bi têkoşîna topyekun pêkan e.”

Back to top button