NASIR YAGIZ: EM EVÎNDARÊN JIYANEK BI RÛMET IN

Nasir Yagiz ku ev 107 rojin di greva birçîbûnê de bi boneya 8’ê Adarê peyamek da.
Yagiz di peyama xwe de 8’ê Adarê li hemû jinên kedkae a cîhanê pîroz kir û got:
Divê bê zanîn ku em ne evîndarên mirinek hêsan û bê armancin, em evîndarên jiyanek bi rûmet in.

Berxwedana endamê nûnertiya HDP’ê ya li Başurê Kurdistanê Nasir Yagiz di roja 107’an de ye.

Nasir Yagiz tevî rewşa wî ya tendurstiyê nebaşe, lê dîsa bi israr çalakiya xwe didomîne.

Yagiz bi BO 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê peyamek da.

Nasir Yagiz di peyama xwe de 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got:

Ji roja destpêkê heta niha di her hucreyek min a dihele de baweriya min a ji bo azadiyê xurtir dibe.

Xeta me ya fedaî li her eniyekê liber xwe dide, ber bi serkeftinê ve dimeşe û tecrîdê parçe dike.

Her wiha bi gelê me yê fedakar ku rabûye ser piyan re kêlî bi kêlî Rêbertiya Azad û Kurdistana azad û demokratîk nêz dike”.

Nasir Yagiz destnîşan kir ku divê gelê kurd bi ruhê seferberiyê rabin ser piyan û wiha domand:

“Rêber Ocalan nefesa me ya berxwedanê ye û dijmin dixwaze vê nefesa me qut bike.

Emê jî wekî silogana ‘Hun nikarin roja me tarî bikin’, bi rihê seferberiyê rabin ser piyan.

Ji 8’ê Adarê destpê bikin û bi ronahiya berxwedana jina azad, heta 21’ê Adarê Cejna Newrozê ku cejna berxwedan û vejinê ya Kurdan e, berxwedanek bênavber û hevreng esas bigirin”.

Nasir Yagiz di dewama peyama xwe de got:

“Pêwîste bê zanîn ku em ne evîndarên mirinek hêsan û bê armancin, em evîndarên jiyanek bi rûmet in.

Eger wê di vê rê de mirin çêbibe jî, pêwîste bi rûmet bimirin.

Pêwîste ji bo aramî, aştî û azadiya civakê bi berxwedanê û avakirina pîvanên bê mirin bin û bimirin”.

Nasir Yagiz di dawiya peyama xwe de diyar kir ku wê ev Newroz bibe Newroza rizgariya azadî û demokratîk a gelê me û ev bihar gelekî bedew tir be.

Di heman demê de çalakiya Endama meclisa Iştar a Mexmûrê Fedîla Tok di roja 47’an de bi bawarî û îsrasrek mezin didome.

ye.

Leave a Reply

Back to top button