Du meh in êrîşên bênavber li ser navçeya Eyn Îsa û derdora wê ranewestiyane. Li hember van êrîşan, QSD’ê bêbersiv nema û li ber xwe da. Ajansa nûçeyan ANHA’yê encam û berxwedana şervanên QSD’ê ya du mehan bi bîlançoyekê eşkere kir û ragihand ku di vê berxwedanê de derdora 65 çeteyî hatine kuştin. FILM
Zêdeyî 8 hefte , di ser êrîşên li dijî Eyn Îsayê re derbas dibin û hîna jî ranewestiyane.
Ji 23’ê Mijdara sala borî ve, Dewleta Tirk û çeteyên xwe, li ber çavên hêzên garantor, êrîşên bejayî û bi çekên giran navçeya Eyn Îsa û gundên derdorê topbaran dikin.
Encam û berxwedana van her du mehan, bi bîlançoyekê ji aliyê ajansa nûçeyan ANHA’yê ve hatin eşkerekirin.
Li gorî bîlançoyê:
- Di 18’ê Kanûna derbasbûyî de, dewleta Tirk û çeteyên xwe bi obus û mûşekan êrîşî gundên Mişêrfê û Cehbel kirin û gelek tax hatin topbarankirin.
- Di nava 50 rojî de, bi sedan topên obus, mûşek û tankan 162 dever li taxên Eyn Îsa û gundên Cehbel, Mişêrfê, Fatisa, Seyda, Mielek, Xalidiyê, Hoşan û kampa Eyn Îsayê topbaran kirin.
- Li eniyên şer, 3 êrîşên çeteyan ên bejahî da rêya M4 qut bikin, li dijî gundên rojhilat û rojava pêk hatin.
- Di êrîşan de, 65 leşker û çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin; 53 birîndar bûn û 5 maşîne û erebeyên dagirkeran hatin rûxandin.
- Gundên tije sivîl û taxên Eyn Îsayê kirin armanc û di encam de, 6 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 16 jî birîndar bûn û ji 6 gundan sivîl koç bûn.
- Çalakiya bazirganî û tevgera çûnûhatinê ya li ser rêya M4 di navbera Eyn Îsa û Til Temirê de mehekê rawestiya.
- 4 caran balafirên şer û 33 caran jî balafirên keşfê yên dewleta Tirk li asîmanê navçeyê geriyan.
- Li nêzî navenda navçeyê, dewleta dagirker 2 baregehên leşkerî, yek 2 km li bakurê navçeyê û ya din jî 500 mîtreyan li bakurê rêya M4 ava kirin.
Tevî van hemû kirinan û bêdengiya domdar a cîhanê jî, QSD’ê bi gelên herêmê re, ev ax berneda, ji dagirkeriyê re nehişt û heta jê hat li ber xwe da û hîna jî li ber xwe dide..