KOMÎTEYA KNK’Ê YA ŞAXÊ ROJAVA DERBASÎ QONAXA DUYEMÎN BÛ

Komîteya KNK-Rojava ragihand ku ew derbasî qonaxa duyemîn bûn.
Di qonaxa duyemîn de dê civînên berfireh bi hemû hevgirtin û partiyên siyasî yên Kurd re ku însiyatîfa yekemîn a KNK`ê erê kirine, bên lidarxistin.

Komîteya KNK a şaxê Rojava di 1’ê Çileya 2018`an de dest bi însiyatîfa xwe kir.

Armanca însiyatîfa KNK’ê avakirina yekitiya niştîmanî ya kurdî ye û li dijî metirsiyên li ser gelê Kurd li Rojava bisekinin.

Endamên komîteya KNK’ê piştî serdana wê ji hemû partiyên siyasî yên kurdî re li hev civiyan.

KNK’ê civîn xwe ya heftane li navenda Têkiliyên Dîplomatîk a TEV-DEM`ê ya li bajarê Qamişlo li dar xist.

Komîteya KNK’ê a şaxê Rojava bi armanca nirxandina xebatên komîteyê yên hefteyekê û dayîna plansaziyeke nû ji bo xebatan cîvînek lidarxisin

Endamên desteya rêveber a KNK’ê û endamên komîteya KNK di civînê de amade bûn.

Civîn li dezgehên çapemeniyê re girtî pêk hat.

Di dawiya civînê de komîteya KNK-Rojava ragihand ku ew derbasî qonaxa duyemîn a xebatê bûn.

Di qonaxa duyemîn de wê civînên berfireh bi hemû hevgirtin û partiyên siyasî yên Kurd ên li Rojava re ku însiyatîfa komîteyê erê kirine, civînan li dar bixin.

Endama Desteya Rêveber a Komîteya KNK-Rojava Derya Remedan derbarê qonaxa duyemîn ji ajans Hawar’ê re axivî.:

 

Leave a Reply

Back to top button