
Bi zêdebûna bûyerên kuştinê, NY hişyariya rewşeke metirsîdar li Kampa Holê da.
NY duh bi daxuyaniyekê metirsiya xwe ji ber rewşa ewlehiyê li Kampa Holê anî ziman û diyar kir ku pêwîstî bi çareseriyeke bilez heye.
Di daxuyaniya xwe de, NY bi bîr xist ku la kampa Holê, ji yek heta 16’ê Çileyê, 12 penaberên Sûrî û Iraqî, kuştî hatine dîtin.
Kampa Holê zêdeyî 62 hezar kesî dihewîne, ji wan 8 hezar û 965 zarok û jinên DAIŞ’ê ne.
Li wir pirî caran bûyerên kuştin û êşkencekirinê diqewimin.