PKK: Em piştgiriya ICOR’ê ya li dijî êrîşan silav dikin

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê piştgiriya partiyên ku di bin sîwana Kordînasyona Navnetewî a Partî û Rêxistinên Şoreşger de li hev kom bûne silav kir û got:
“Êrişa li dijî Partiya me hem êrişa li dijî hêzên demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn e, hem jî êrişa li ser hêzên azadî û demokrasiyê yên cîhanê ye. Di vê dema ku bi her awayî êrîş li ser partiya me tên kirin piştgiriyeke bi vî rengî ji bo me girîng e.”

Kordînasyona Navnetewî a Partî û Rêxistinên Şoreşger-ICOR 23’ê Kanûna 2020’an ji Mesûd Barzanî re nameyek şandibû û xwestibû li dijî PKK’ê dawî li hevkariya xwe ya bi Tirkiyê re bînin.

Sîwana Partî û rêxitinên ICOR diyar kiribû ku ew weke tevgera gel, karker û şoreşger a navneteweyî bi serbilindî li kêleka têkoşîna rizgariya civakî û neteweyî ya gelê Kurd disekine.

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê jî bi boneya piştgiriya Kordînasyona Enternasyonal a Partî û Rêxistinên Şoreşger daxuyaniyek weşand.

PKK’ê piştevaniya partiyên ku di bin sîwana ICOR’ê de silav kir û got:

“Di demekê de ku di serî de dewleta Tirk, gelek hêzên siyasî êrişê tînin ser partiya me, nîşandana piştgiriyeke bi vî rengî ji bo me girîng e.

Ev piştevanî gelekî hêja ye û em dixwazin destnîşan bikin ku Partiya me wê vê piştevaniyê bi têkoşîna xwe watedar bike.”

PKK’ê diyar kir ku hewldana PDK’ê ya sala 2020’an a ji bo dorpêçkirina qadên gerîla û polîtîkaya DYE’yê ya 6’ê Mijdara 2018’an a ku biryara girtina rêveberiya tevgera me da, ji hev cuda nîne.

PKK’ê da zanîn, dewleta Tirk ji bo tasfiyeya PKK’ê hem dixwaze nokeriya Kurd hem jî NATO ya bi serkêşiya DYE’yê bi ser Tevgera me ya Azadiyê ve biajo.

PKK’ê destnîşan kir ku ev êrîşa li dijî wan di heman demê de êrîşa li dijî hêzên demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn û cîhanê ye.

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê ji hemû partiyên di bin sîwana ICOR’ê re serkeftin xwest û diyar kir ku ew ê ji bo xurtkirina yekîtiya di nav partiyên Kurdan û piştevaniya navbera tevgerên şoreşger de, têkoşîna xwe xurtir bike.

Back to top button