Senatorên Komarparêz ji bo pêvajoya azîl a Trump wext ji demokratan dixwazin

Serokê Komarparêzan li Senatoyê Mitch McConnell ji bo pêvajoya vederkirina Donald Trump di Senatoyê de, heta nîvê meha Sibatê dem ji Demokratan xwest.

Mitch McConnell bi rêya telefonê ya li gel Demokratan ji bo Trump xwe amade bike dem xwest.

McConnell anî ziman ku herî kêm mafê Trump jî mîna yê serokên berê heye û wiha got:

Mafê Trump yê dema xwe amadekirina ji bo dadgehkirinê heye.

Senetor Mike Braun ku beşdarî peywendiyê bûyî dazanîn ku dibe runiştina mijara gotinê 10-11’ê Sibatê pêk were.

Demokratan diyarkirin ku wan nameya Senatorên Komarparêz girtiye û wê piştî nirxandinê helwesta xwe eşkere bikin.

Li aliyekî din derket holê ku Trump yê were dadgehkirin ji xwere parêzer Butch Bowers yê li Başûrê Carolina girtiye.

Ji ber êrîşa li dijî avahiya Kongrê ya 6’ê Çile ku pêk hatî û 5 kesan jiyana xwe ji dest dayî daxwaza despêkirina pêvajoya vederkirinê ji bo Trump tê kirin.

Back to top button