DBP: Komara Kurdistanê girîngiya yekîtiya netewî bibîra me dixe

Partiya Herêmên Demokratîk-DBP’ê bi boneya salvegera damezrandna 75. a Komara Kurdistan a Mahabadê daxuyaniyek da.
DBP’ê anî ziman ku Komara Kurdistanê careke din ji bo Kurdan diyar kir ku bê ka yekîtiya netewî çiqasî girîng e.

DBP’ê di daxuyaniya xwe de şehîdên Komara Kurdistanê bi rêzdarî bibîr anî û diyar kir ku Komara Kurdistanê ji bo çar parçeyên Kurdistanê bû çavkaniya hêviyê.

Partiya Herêmên Demokratîk-DBP’ê balkişand li ser pêşketinên ku di dema komara Kurdistanê de pêk hatine.

DBP’ê destnîşankir ku tecrûbeya Komara Kurdistanê îro carekî din girîngiya yekîtiya netewî bibîr dixe.

DBP’ê diyar kir ku ewê bi yekîtiya netewî û bihevrebûna çar beşên Kurdistanê li mîrateya azadî ya Komara Kurdistanê xwedî derkevin.

Back to top button