Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê Ebrû Gunay diyar kir ku daxwazên girtiyan ên ji bo bidawîkirina tecrîdê rewa ne, hiqûqî ne û daxwazên demokratîk in. Ebrû Gunay got, Divê desthilatdarî dawî li polîtîkayên xwe yên tecrîdê bîne.
Li bajarê Şirnexê jî tecrîd bi daxuyaniyekî tecrîd hate şermezarkirin.
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan-HDP’ê Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist.
Gunay bal kişand ser grevên birçîbûnê û got:
“Bi rêk û pêk li girtîgehên Tirkiyeyê bi taybetî jî li girtîgeha Îmraliyê sîstemekî tecrîdê tê meşandin û ev yek sûcê li dijî mirovahiyê ye.
Daxwazên girtiyan ên ji bo bidawîkirina van kiriyaran rewa ne, hiqûqî ne û daxwazên demokratîk in.
Divê zûtirîn dem de tecrîda li îmraliyê bidawî bibe.”
Beriya daxuyaniyê, avahiya HDP’ê ya Cizîrê hat dorpêçkirin
Rêxistina HDP’ê a navçeya Cizîrê ya Şirnexê, wê têkildarî çalakiya grevên birçîbûnê daxuyaniyê bide, lê beriya daxuyaniyê avahiya navçeyê û Meydana Dortyolê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Lê parlamenterê HDP’ê bi israr meşiyan.
“Em ê bi taktîk û çalakiyên xwe faşîzmê têk bibin”
Yek jî fermandarê HPG’ê Mahîr Amed derbarê heman mijarê de axivî.
Mahîr Amed diyar kir ku ew wek gerîla bi şêwaz û taktîkên nû ve bersivê bidin berxwedan zîndanan û sala 2021 têxin sala rizgariya fîzîk ya Rêber APO û dawî li faşîzma AKP-MHP’ê bînin.