Artêşa Tirk gundê Mişêrfê, rêya M4 û embarên genim topbaran kirin

Artêşa dewleta Tirk û çeteyên xwe, deverên navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin..

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe, duh di saetên şevê de, hewl da ber bi gundê Mişêrfê yê Eyn Îsa û rêya M4 ve biçin.

Piştî bersivdayîna şervanên QSD’e, şer derket û derdora saetekê dirêj kir û hewldana wan hat têkbirin.

Çeteyan piştî vê yekê rêya M4, gundê Mişêrfe û embarên genim ên Eyn Îsayê dîsa bi dijwarî topbaran kirin.

Fermandariya Asayîşê der barê êrîşa ser Kobanê daxuyaniyek da

Fermandariya hêzên Asyîşê der barê êrîşa asîmanî ya ku dewleta Tirk, duh li ser Kobanê pêk anîbû û di encama wê de sivîlek hatibû birîndarkirin, daxuyaniyek da.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşê, di daxuyaniyê de diyar kir, ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker, bi armanca têkbirina destkeftiyên Rêveberiya Xweser û ewlehiya herêmê, pêk tên.

Di daxuyaniyê de, hêzên Aasyîşê dubare soza parastina herêmê da û bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku bi erka xwe rabe.

Back to top button