Li Kerkûk û Diyalayê 4 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Li Iraqê, di çarçoveya operasyonên li dijî DAIŞ’ê de, 4 çete hatin girtin.

Berdevkê Polîsa Parêzgeha Diyala ji ragihandinê re diyar kir ku duh li bajarê Gulale, 3 çeteyên DAIŞ’ê ku tiliya wan di êrîşên li ser bajêr de hebûn, hatin girtin.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku van çeteyan pêşengiya êrîşa hefteya borî ya li ser artêşa Iraqê jî kiribû û di encamê de kuştî û birîndar çêbûbûn.

Her wiha bi seden pasaportên sexte û amûrên teqemeniyê jî bi wan re hatin girtin.

Li Kerkûkê jî di operasyoneke Hêzên Dijî-Teror de serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin.

Back to top button