Xelkên Şengalê ji bo piştgiriya Asayîşa xwe, ev 54 roj in li ser pêyan in.
Çalakiya xelkê Şengalê ya bi armanca piştgiriya Asayîşa Êzîdxanê û ya li dijî peymana Bexda û PDK hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 48’an de berdewam dike.
Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em hemû Asayîş in” hatiye destpêkirin ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve, li dar e.
Ji roja ku vê çalakiyê dest pê kiriye, rojane xelkên Şengalê beşdar dibin û daxwaz û bangên xwe bi hêviya ku pêk werin, bi raya giştî re bi par ve dikin..