MXDŞ’ê êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li Bexdayê şermezar kir

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê-MXDŞ’ê bi daxuyaniyekê êrîşa 21’ê Çileyê ya xwekuj ku çeteyên DAIŞ’ê li Bexdayê pêk anîbû, şermezar kir.

MXDŞ’ê diyar kir ku DAIŞ dixwaze bi vê êrîşa xwe, peyam bide ku kengî bixwaze dikare êrîşan pêk bîne.

MXDŞ’ê got:

“Ev êrîş lewaziya hikûmeta Iraqê nîşan dide.

Çawa Îraq û tevahiya partiyên siyasî bi pêşwazîkirina hilbijartinan mijûl in û li nava paytexta Îraqê êrîşên DAIŞ’ê hene.

Pêwîst e Iraq nekeve xefleta DAIŞa xelasbûye. Divê Iraq ji bîr neke ku ew di nava rewşeke şer de ye.”

MXDŞ’ê da xuyakirin ku di destpêka sala nû de êrîşeke wiha, peyama xwe heye û wate, pêşwaziya sala 2021’ê ye.

Back to top button