Îro li ser rêya gundê Tirindê yê girêdayî navenda Efrînê teqînek pêk hat.
Li gorî agahiyên ku Ajansa Hewarê belav kirî;
Teqîn îro saetên siharê de li benda kontrolê ya ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser disekinin a gundê Tirindê, pêk hat.
Li gor agahiyên destpêkê, di teqînê de leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hat kuştin û Du çeteyên Firqet Hemzat jî birîndar bûn.
Heta niha tu aliyan teqîn negirtiye ser xwe û nehatiye diyarkirin ku teqîn çawa pêk hatiye.