66 herêm li Sêrt û Êlihê hatin qedexekirin

Dewleta Tirk li 66 herêmên li Sêrt û Êlihê yên Bakurê Kurdistanê qedexeya çûn û hatinê ragihand.

Derbarê biryara qedexeyê de, Walîtiya Tirk a Sêrtê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de 8 herêmên girêdayî navçeyên Berwarî, Dihê û Hewîlê heya dawiya salê weke ” Herêma Ewlekariyê ya Leşkerî ya Demdemî’ ” hatin ragihandin.

Walîtiyê ev biryara xwe ya qedexeyê bi Qanûna Serokomariyê ya jimara 3399’an ve girê da.

Walîtiya Êlihê jî, daxuyaniyek da û qedexe li 58 herêmên girêdayî navçeyên Sason, Heskîf û Hezoyê heya dawiya salê bi hinceta “Herêma Ewlekariyê ya Leşkerî ya Demdemî” ragihand.

Back to top button