Komîteya Leşkerî banga derketina leşkeran biyanî ji Lîbyayê kir

Ji bo derketina çeteyên biyanî ji nava Lîbya, di lihevkirina Cinêvê de hilevkirinek pêk hatibû. Îro ev dema ku hatî diyarkirin bi dawî dibe.

Tevî vê biyarê lê destwerdana dewleta Tirk ya li welat bidawî nabe. Komîteya Leşkeriya Hevbeş a Lîbya bang li beşdarên Konferansa Berlînê kir ku çete û leşkerên biyanî yên li welat derxînin. Artêşa Nîştîmanî ya Lîbya diyar kir ku ji ber Tirkiyê bendên lihevkirina Cinêvê pêk nehatin.

23 Cotmehê ji bo derketina hêzên biyanî ji Lîbya peymanek hate îmzekirin.

Li gorî peyamanê, divê eniyên di navbera yekîneyên leşkerî û komên çekdar de werin valakirin û vegerin baregehên xwe.

Divê tevahiya çete herî zêde di 3 mehan de ji Lîbyayê derkevin.

Lihevkirinên leşkerî yên têkildarî perwerdeya li Lîbyayê werin taloqkirin û tevahiya tîmên perwerdeyê derkevin heta ku lihevkirinek çêbe.

Komîteya Leşkeriya Hevbeş ya Lîbya li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Komîteyê bang li welatên beşdarê Konfransa Berlînê kir û got:

Divê leşerên bipere yên biyanî ku li welatin werin derxistin.

Her wiha divê ambargoya çekan ya ku ji aliyê Konseya Giştî ya NY ve hatî ragihandin pêk were.

El Mehcub: Ji ber Tiriyê bendên lihevkirina cinêvê pêk na yên

Li aliyekî din, Rêveberiya Şêwira Manewî ya Fermandariya Giştî ya Artêşa Lîbyayê Xalid El-Mehcub ji tora El-Erebiye re axivî û got;

Enqere hîna mudaxeleyî Lîbyayê dike, çete û çekan dişîne û lihevkirinên perwerdeyê îmze dike û parlamentoyê dirêjkirina hebûna hêzên wê li Lîbyayê erê kir.

Mehcub piştrast kir ku ji ber van sedeman bendên lihevkirina Cinêvê pêk nehatin.

Nûnera navneteweyî ya ji bo Lîbyayê Stephanie Williams destnîşan kir ku derdora 20 hezar çete û 10 baregehên biyanî li Lîbyayê hene û derketina wan ji welêt gelekî girîng e.

Di civîna 19’ê Çileya 2020’an li paytexta Almanya Berlînê pêk hatî de nûnerên ji Rûsya, Îngilistan, Fransa, Misir, DYA, Îtalya, Kongo, Cezayîr, Afrîka, NY û Yekîtiya Ereban amade bûn.

Di civînê de li ser derxistina leşker û çekdarên bipere li welat û danîn ambargoyek leşkerî ji bo welat jî hatibû lihevkirin.

Back to top button