Jimara pêketiyên vîrûsa Coronayê li cîhanê nêzî 100 milyonî bûye

Vîrûsa Corona ya ku li gelek welatan mûtasyon derbas kiriye, ji despêkê hîn bileztir belav dibe. Vîrûsa ku di nava salekê nêzî 100 milyonî pêk ket dawî li jiyana zêdeyî 2 milyon kesî jî aniye.

Îngilistana ku niha herî zêde ji vîrûsê bandor bûye, di nava bêçaretiyê de bang dike. Li paytexta Çînê Pekînê ji ber pêketiyên vîrûsa mûtasyon derbas kirî hikumet ketiye alarmê.

Vîrûsa Corona di her wextekê de metirsiya xwe bi cihanê dide hîskirin.

Vîrûsa ku mûtasyon derbas kirî li gelek welatan bû sedema hilweşîna sîstema tenduristiyê.

Li gorî daneyên dawî yên Rêxistina Tenduristiya Cihanê WHO li seranserê cihanê jimara pêketiyên vîrûsê nêzî 97 milyonî bûye.

Ji van zêdeyî 2 milyon û 92 hezar kes mirine.

Di nava rewşa heyî de, vîrûs li gelek welatan mûtasyon derbas kiriye.

Bi mûtasyona nû re vîrûs bi awayekî bilez belav dibe.

Li Îngilistanê nexweşxane ji nexweşên vîrûsê tejî bûne

Îngilîstan ji ber vîrûsê bêçare maye û nexweşxane ji nexweşan tejî bûne.

Her çiqasî derzîkirina li welat despêkirye, lê heta niha li welat vîrûs ne hatiye kontrolkirin.

Li welat jimara pêketiyên vîrûsê 3,5 milyon derbas kiriye û jimara miriyan jî nêzî 95 hezarî bûye.

Ji ber mûtasyonê ji tevahî şêniyên pekînê re test tê çêkirin

Li aliyekî din îro yekem roja ragihandina karantîna ya li bajarê Wuhan a Çînê ku vîrûs lê derketiye.

Bajarê ku ji ber vîrûsê dinalî niha bi tevdîrên heyî re careke din rewş aram bûye.

Heta li bajar dokumetera li ser vîrûsê hatî çêkirin jî hate pêşandan.

Li paytexta Çînê Pekînê ji ber tesbîtkirina 2 pêketiyên vîrûsê ku mûtasyon derbas kiriye, hikumet li bajar ketiye nava alarmê.

Li bajar careke din testa giştî tê çêkirin.

Li parzemîna Ewropa û Amerîka jî xebatên ji bo derzîkirina li dijî vîrûsê didomin.

Back to top button