Hevseroka meclisa Deşîşa û Cîgira wê hatin kuştin

Hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir a Deşîşa ya Şedadê û cîgira wê piştî ku ji aliyê kesên nenas ve hatibûn revandin, hatin kuştin. Meclisa kantona Hesekê jî destnîşan kir ku sûcê hatiye kirin, ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e. 

Hevseroka meclisa bajarokê Til El-Şayir ê navçeya Deşîşa ya başûrê kantona Hesekê Seda Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr duh bi şev (înê) revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Her du jin ji aliyê kesên nenas ve bi guleyan hatin kuştin.

Meclisa Kantona Hesekê: Kuştina her du jinan, sûceke li dijî mirovahiyê ye

Girêdayî mijarê Meclisa Kantona Hesekê bi daxuyaniyekê sûcê ku hatiye kirin, şermezar kir.

Meclisê got:

Ev sûc li “dîroka terorîstan a reş” hate zêdekirin û armanca wê jî têkbirina ewlehiya herêmê û belavkirina tirsê di nava şêniyan de ye.

Meclisê destnîşan kir ku ev sûc di asta yekemîn de jinên di civaka herêmê de armanc dike, taybet jinên ku xwe ji DAIŞ`ê rizgar kirin û tevlî xebatan bûn, roleke aktîf di civakê de dilîzin, çekan radikin parastina xak û gelê xwe dikin.”

Jê zêdetir meclisê da xuyakirin ku ev sûc projeya Rêveberiya Xweser a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dike hedef.

Meclisa Kantona Hesekê ev sûc bi tundî şermezar kir û sersaxî ji malbata her du şehîdan re xwest.

Her wiha bang li hemû jinên xebatkar kir ku ji planên bi vî awayî ku dixwazin vîna wan bişikînin û dengê wê qut bikin, baldar bin û bang li gel kir ku li hemberî hemû kesên ku gefan li aramî û aştiya li herêmê dixwin, bisekinin û li dora hêzên xwe kom bibin.”

Back to top button