Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê têkoşîna HDP’ê

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sîncar ragihandin ku 8’ê Sibatê ew ê bernameya nû ya têkoşînê bidin destpêkirin.
Mijarên sereke yên vê kampanyayê jî tecrîda li Îmraliyê û grêven birçîbûnê yên li zindanên Tirkiyê yên li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan e.

Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê bi hevşaredaran re civîna onlîne pêk anî.

Hevserok Pervîn Buldan û Mîthat Sancar têkilî pêvajoya siyasî û plansaziyê axivîn.

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sîncar derheqê êrîşên ser HDP’ê axivî û diyar kir ku desthilat çi dike û nake nikare HDP’ê ji hêla polîtîka ve bêkêr bike.

Sancar destnîşan kir ku tevî hemû zextan wê HDP’ê bi biryardarî li ser rêya xwe bimeşe.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî axivî û bal kişande ser êrîşên li ser HDP’ê û siyaseta demokratîk.

Pervîn Bûldan: Êrîş ne tenê ser me, lê ser hemû aliyên demokratîk in jî

Pervîn Buldan êrîşên li ser Başûr, Rojavayê Kurdistanê bi bîr xist û anî ziman ku êrîş ne tenê li ser Kurdan û HDP’ê ye, lê li ser hemû qenelên siyaseta demokratîk, dilxwazên aştî, demokrasiyê, muxalefetê heye êrîş hene.

Buldan bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Ocalan û grevên girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyê yên li dijî tecrîd li Îmraliyê û binpêkirinên mafan û got:

Pervîn Bûldan: Ji bo şikdandina tecrîdê têkoşîn pêwîst e

“Heke bi demê re çareserî neyê dîtin, tecrîda li ser Ocalan neyê şkandin, li hêlekê êrîşên li ser Kurdistanê, binpêkirina mafan ên li girtîgehan hene, mijare dikare biqulibe ser asteke dî.

Ji bo tecrîd were şkandin û êrîş werin sekinandin divê bi rengekî berfireh em vê meselê bidin ber xwe.”

Pervîn Bûldan: 8’ê Sibatê bernameya nû ya têkoşînê dest pê dike

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku 8’ê Sibatê ew kampanyayeke dî li ber xwe datînin, heta Hezîranê wê bidome û mijarên sereke yên vê kampanyayê tecrîd, grêvên birçîbûnê, doza Kobanê û biryara DMME’yê ye.

Buldan got ev mesele ne tenê Kurdan têkildar dikin, tevahiya Tirkiyê têkildar dikin û wê bi hêzên demokrasiyê, partiyên siyasî, rêxistinên civakî û derdorên demokratîk re pêvajoyekê bidin destpêkirin.

Back to top button