XEBATÊN HDP’Ê BI HEMÛ HÊZA XWE DEWAM DIKIN

Her roja ku diçe dema hilbijartina herêmî ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê nêz dibe û pê re jî xebatên HDP’ê zêde dibin.
Bi nêzîkbûna hilbijartinê re jî coş û kelecana gel , namzet, endam û hevserokên HDP’ê jî mezintir dibe.
Hikumeta faşîst a AKP’ê jî xwe li vê yekê ranagire û ji tirsa windakirina hilbijartinê zextên li ser xebatên HDP’ê zêde kirine.

Xebat û coşa HDP’ê bi nêzîkbûna hilbijartina herêmî re her roja ku diçe zêdetir dibe.

Namzetên HDP’ê yên ji bo Hevşaredariyan li her devera Kurdistanê di nava gel de ne.

HDP li Qers , Erizrom, Mêrsîn û Malatî û navçeyên Şax, Saray, Qerqelî yên Wanê, buroyên hilbijartinê vedike û bi gel re civînan li dar dixe.

Di çalakiyên hatin kirin de hate ragihandin ku 31’ê Adarê serketin a HDP’ê ye û berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin.

Serdanên Hevserok û Namzetên HDP’ê yên bi gel û dikandaran re didomin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, rapora Meclisa Jinan a HDP’ê ku der barê qeyûman de bi sernavê “Qespa rêveberiya herêmî ya Azadiya Jinê” bi raya giştî re parve kir.

Buldan, diyar kir ku ew dê dawî li hişmendiya qeyûm ya xesp ê bînin û wiha got:

“Teqez tekoşîn û berxwedana tifaqa jinan dê bi ser bikeve.

Jin bi meşek heybet dimeşin û tên.”

AKP’Ê GEFA JIKARAVÊTINÊ LI MIROVAN DIXWE

Hikumeta faşîst a AKP’ê ya ku coşa gel ji bo HDP’ê dibîne tirs ketiye hindirê wê.

Ji bo careke din tirsê li nava gel belav bike dest bi zextên xwe yên li ser HDP’ê kiriye.

Li aliyekî din jî AKP, li navçeya Basa hewl dide bi pereyan dengan bikire û gefa ji kar avêtinê li karkeran dixwe.

Namzetê AKP’ê Bahattîn Aktûg ê 29 salin serokê şaredariyê dike zextan li gel dikin ku “Wan ji kar” bavêjin.

Dîsan hat îdîakirin ku ji bo xelk dengê xwe bidin AKP’ê, pêşniyara pere ji bo wan hatiye dayîn.

LI SÊRTÊ PANKARTÊN HDP’Ê HATIN BERHEVKIRIN

Her wiha Dozgeriya Sêrtê der barê pankartên HDP’ê yên li Sêrtê hatin daliqandin de biryara berhevkirinê derxist.

Desteya Hilbijartinê ya Bilind YSK’ê, li navend û navçeyên Mûşê, bi hinceta “Ewlekariya hilbijartinê” biryar da ku li 92 herêman sindoqên hilbijartinê bên veguhestin.

Li navend û navçeyên Agirî, bi hinceta “Ewlkariya hilbijartinê” biryar hat dayîn ku 23 sindoq bên veguhestin.

HEVSEROKA HDP’Ê YA TORBALI HAT BINÇAVKIRIN

Li aliyê din zextên AKP’ê li ser xebatên û endamên HDP’ê jî zêde bûne.

Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Torbali Gulcan Kizildag û kesek din di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.

Leave a Reply

Back to top button