KNK: Xelkê Rojhilatê Kurdistanê mehkûmê sîstemeke stemkar in

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê banga yekgirtinê li xelkê Rojhilatê Kurdistanê kir ku tevlî sîstemea rêjîma Îranê nebin.
Her wiha daxwaz ji hemû parçeyê Kurdistanê hat kirin ku xwedî li ked û qûrbanî û fedakariya Rojhilatê Kurdistanê derkevin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî rewşa Rojhilatê Kurdistanê û zextên rêjîma Îranê ser gelê Kurd daxuyaniyek nivîskî weşand.

KNK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku sala 2020’an saleke bi taybet ji bo gelên Îranê pir zehmet bû, ku rewşa aborî ya xirab û belavbûna vîrûsa Coronayê bandoreke mezin li wan kir.

KNK’ê got ku bi taybet xelkê Rojhilatê Kurdistanê mehkûmê sîstemeke stemkar in ku bandor ser tevaya civakê kiriye heta gihaye asta regezperestiya navxweyî jî.

Hat destnîşankirin ku rêjîma Îranê bi vê siyasetê hiştiye ku xelk bi şerê tawanbarkirina hev û muhrên îxanetê li ser hevdu parve bikin, bi taybetî li ser wan kesên ku dixwazin behsa demokrasî û azadî û nan û avê dikin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê da zanîn ku tenê di sê heftiyên vê mehê de nêzî 100 kes hatine girtin û windakrin ku hejmareke zêde ji wan jin û keç in.

Hat diyarkirin jî ku kesên hatine girtin derfetên wan bi parêzeran ve nînin û qanoûnên dewletê jî xwedî li wan dernakevin.

KNK: Bila xelkê Rojhilatê Kurdistanê yekgirtî bin û tevlî sîstema rêjîmê nebin

KNK’ê bal kişand ser rewşa aborî ya li Îranê û got ku rêjîm rê bi karê kolberiyê jî nade û bi rêya birçîkirinê xelkê neçarî teslîmbûna sîstema rewşa niha dike.

KNK’ê bang li gelê kurd û gelên din yên Îranê kir ku teslîm nebin û yekîtiyê nava xwe ava bikin û nebin beşek ji sîstema rêjîma Îranê.

Her wiha daxwaz ji hemû parçeyê Kurdistanê hat kirin ku xwedî ji ked û qûrbanî û fedakariya Rojhilatê Kurdistanê derkevin û piştevanê wan bin û li ser xebata yekgirtiya Kurdistanê berdewam bin.

Back to top button