Dewleta Tirk Til Rifet topbaran kir, 3 sivîl şehîd ketin û 6 jî birîndar bûn

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bê navber didomînin.
Dagirkeran îro navçeya Til Rifet topbaran kir û di encamê de 3 kesên sivîl şehîd ketin û 6 jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe rojane hewayî û bejahî êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyê dikin.

Ev yek jî li ber çavên hêzên navnetewî pêk tên û li dijî van êrîşan ti bertekê nîşan nadin.

Îroj danê nîvro careke din artêşa Tirk a dagirker navçeya Til Rifet topbaran kir. Di encama topbaranê de

Macid Yasir Sekiran yê 5 salî

Ebid El Mihsin Sekran yê 12 salî

Û Nazliya Mihemed Mistefa

Şehîdbûn, û şeş kes jî birîndar bûn. Navên birîndar jî wiha ne:

Mihemed Fozî Mûsa, Mihemed Sikiran, Eliya Heyder Hebeş, Xalid Mihemed Elelî (50), Sadiq Mihemed Hebeş (16) û Mihemed Reşîd (35).

Naziya Mihemed di dema êrîşên li ser Efrînê bi malbata xwe re koçberî navçeya Şehbayê bû, lê li wir jî ji êrîşên dagirkeriyê nesitirî.

Ev êrîşên li ser navçeya Til Rifet ne cara pêşiye, dewlet Tirk di 2 Kanûna 2019’an de komkujek li ser koçberên Efrînê yê li Şehbayê dimînin pêk anî û di wê demê de deh kes şehîd ketin ku piraniya wan zarok bûn.

Artêşa Tirk gundê Mişêrfê, rêya M4 û embarên genim topbaran kirin

Artêşa Tirk û çeteyên wê, duh di saetên şevê de, hewl dan ber bi gundê Mişêrfê yê Eyn Îsa û rêya M4 ve biçin.

Piştî bersivdayîna şervanên QSD’e, şer derket û derdora saetekê dirêj kir û hewldana êrîşê hat têkbirin.

Çeteyan piştî vê yekê rêya M4, gundê Mişêrfe û embarên genim ên Eyn Îsayê dîsa bi dijwarî topbaran kirin.

Fermandariya Asayîşê der barê êrîşa ser Kobanê daxuyaniyek da

Fermandariya hêzên Asyîşê der barê êrîşa asîmanî ya ku dewleta Tirk, duh li ser Kobanê pêk anîbû û di encama wê de sivîlek hatibû birîndarkirin, daxuyaniyek da.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşê, di daxuyaniyê de diyar kir, ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker, bi armanca têkbirina destkeftiyên Rêveberiya Xweser û ewlehiya herêmê, pêk tên.

Di daxuyaniyê de, hêzên Aasyîşê dubare soza parastina herêmê da û bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku bi erka xwe rabe.

Back to top button